Hewramî ji Neteweyên Yekbûyî xwest çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî îro 18ê Nîsanê bi Berpirsê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Herêma Kurdistanê re civiya.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşhatên dawî û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan, Iraq û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Malpera fermî ya Parlamentoya Kurdistanê da xuyakirin, Hêmin Hewramî bi girîngî behsa encamdana hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê li gor dema yasayî ya diyarkirî werin encamdan kir û ji Neteweyên Yekbûyî jî daxwaz kir ku hevkar û piştevan û çavdêrê proseya birêveçûna hilbijartineke şefaf û serkeftî bin.
Hêmin Hewramî got, divê maf û nûnertiyên pêkhateyan werin parastin û fraksiyonên wan û saziyên partî, siyasî, olî, civaka sivîl û kesayetên wan ên akademîk ew bi xwe biryar bidin ku şêweza nûnertiya wan divê çawa be û nabe ti aliyek îradeya xwe bi ser wan de ferz bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin