Nûnerê Neteweyên Yekbûyî xatir ji Kurdistanê xwest

04 December 2018 17:50 0 dîtin
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî xatir ji Kurdistanê xwest

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê, îro 4ê Kanûnê serdana Herêma Kurdistanê kir û hevdîtinên xatirxwestinê bi Serok Mesûd Barzanî û namzedê serokwezîriya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk anîn. Jan Kubis doh 3yê mehê jî serdaneke xatirxwestinê li Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiribû.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, di hevdîtina ligel Serok Barzanî de, Jan Kubis ji bo dawîhatina erka xwe ya li Iraqê serdaneke xatirxwestin û malavayî kiriye û spasiya Serok Barzanî kiriye bi sedema ku di dema karkirinê da piştevan û hevkar bûye.

Kubis da zanîn, rol û pêgeha Serok Barzanî û malbata Barzaniyan li Ewropa û Rojava bi çavekî bilind tê temaşekirin.

Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê NYyê Kubis, li ser proseya siyasiya Iraqê û serdana Serok Barzanî ya Bexdayê rawestiya û erênî wesif kir û balkişand ser wê yekê ku ew serdan ji aliyê Iraqiyan ve wekî serdemeke ji bo çareserkirina kêşeyan û cihê hêviyê hatiye zanîn û bi pêwîst jî zanî ew derfeta ku li piştî serdana Serok Barzanî ya Bexda hatiye holê bê bikaranîn û Bexda jî bersîv û hengavên erênî di derbarê sînor û neft û kêşeyên din ên di navbera Herêm û Bexdayê de bavêje.

Jan Kubis herwiha pîrozbahiya biryara Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya diyarkirina kandîdên postê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta nû ya Kurdistanê kir û hêviya hikûmeteke bihêz û çalak anî ziman.Hat diyarkirin ku Serok Barzanî jî di axaftina xwe de, palpiştiya xwe ya ji bo hikûmeta Adil Abdulmehdî dubare aniye ziman û hêviya wê yekê xwestiye hikûmeta Iraqê bikare kêşeyan çareser bike û xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê bike.

Serok Barzanî herwiha destnîşan kir, “Diruşma me Kurdistaneke bihêz e û ji wê yekê bawerîn ku hikûmeta nû hikûmetekî bihêz dibê û li xizmeta xelkê de dibê û ji bo diyarkirina herdu kandîdên Serokê Herêmê û Serokê Hikûmetê xelkê Kurdistanê jî pêşwazî li biryarên PDK kirine.”