Bi biryara Serokwezîr projeya Avê ya Stratejîk a Akrê destpê kir
PeyamaKurd – Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, projeya Avê ya Stratejîk a Akrê destpê kir.
Rêveberê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê Endezyar Arî Ehmed Qadir do ji K24ê re diyar kiriye , li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, astengiyên darayî û dayîna mafên kompanya cîbicîkar û pirsgirêkên teknîkî û îdarî yên projeya stratejîk a ava Akrê hatin çareserkirin.
Herwiha bi gotina Rêveberê Giştî yê Av û Kanalîzasyonê, wê zêdetir ji 109 milyar dînar ji bo wê projeyê were xerckirin.
Li gor zanyariyan, projeya Avê ya Akrê karîna wê ya berhemanîna 3 hezar metre sêcar av di saetekê de heye û rêjeya %51ê wê projeyê hatiye cîbicîkirin.
Projeya Avê ya Stratejîk a Akrê ji ber birîna budçeyê ji aliyê Bexdayê ve û belavbûna vîrusa Koronayê û encamên wê yên aborî, rawestiya bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin