Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Veguhestina Iraqê li ser projeya stratejîk a rêhesinê axivîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3yê Adarê li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Veguhestinê yê Iraqê Nasir Husên El Şelebî kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di di hevdîtinê de li ser pêşvebirina hemahengî û alîkariya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê di warê veguhestin û gihandinê de gotûbêj hat kirin, bi taybetî ji aliyê girêdana bajar û parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê û piştre jî bi welatên derdor û cîhanê, bi rêya xeteke pêşketî ya hesin ve.
Herwiha di civînê de zêdekirina geştên esmanî yên navxwe hat axaftin, ku bandora wan a baş ji aliyê pêşxistina jêrxana aborî û danûstandina bazirganî û pêşvebirina pîşesazî û geştûguzariyê dibe.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê encamdana vê projeya stratejîk, wisa bibe ku di berjewendiya hemû welatiyan û pêkhateyên cuda yên Iraqê de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin