Dermankirina cotkarê Kurd Mam Sabir bi talîmata Serokwezîr dest pê kir

19 February 2025 12:11 0 dîtin
Dermankirina cotkarê Kurd Mam Sabir bi talîmata Serokwezîr dest pê kir

PeyamaKurd – Piştî ku K24 vîdyoyek derbarê rewşa tendirustiya Mam Sabir ku yek ji cotkarên sereke yê Sergaranê ye belav kir û nekarî beşdarî xwepêşandana cotyaran a li dijî artêşa Iraqê bibe, li ser talîmata Serokwezîr Mesrûr Barzanî Wezareta Tendirustiyê dest bi kar kir.

Roja Duşemî 17ê Sibata 2025an, artêşa Iraqê hewl da ku cotkarên Kurd zeviyên xwe li gundê Şanaxa nehêlin. Cotkarên Kurd jî li hember hêzên artêşê rawestiyan û tekez kirin ku divê zeviyên xwe biçînin û wan nehêlin.

Mam Sabir doh Sêşemê 18.02.2025ê di daxuyaniyekê de ji K24ê re, derbarê nexweşiya xwe û astengkirina artêşa Iraqê li hember cotkarên gundê Şanaxa de ragihand ku gurçikên wî ber bi têkçûnê ve diçin û ev rewş wî westandiye.

Li gorî daxuyaniya Mam Sabir, ji ber nexweşiya xwe nekariye li gel xelkê gundê Şanaxa, li dijî dagirkerî û astengiyên leşkerên artêşa Iraqê yên ku zilmê li cotkarên herêmê dikin, cih bigire.

Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro Çarşemê 19ê Sibata 2025ê ji K24ê re ragihand, Mam Sabir beriya 4 salan dema ku li ser axa xwe rûbirûyê zilm û dagirkeriyê bû, bû sembola niştimanperweriyê.

Herwiha diyar kir, “Berî du rojan me dît ku Mam Sabir ku ji ber nexweşiyê nikare tevlî cotkaran bibe, li ser axa xwe digirî. Li ser vê yekê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî em peywirdar kirin ku çi pêwîst be bikin.” Wezîrê Tendirustiyê da zanîn ku Mam Sabir ku wê demê rewşa wî nebaş bû, di sala 2021ê de rastî neştergeriyeke mezin hat û li ser talîmata Serokwezîr hemû xizmetguzariyên pêwîst jê re hatin kirin.

Wezîr Berzincî anî ziman ku emeliyata berê ya Mam Sabîr li ser dilê wî bûye û got, "Lê niha pirsgirêka gurçikê wî heye, lewma niha li nexweşxaneyê ye, ji bo emeliyat û dermankirina wî çi pêwîst be em ê bikin."

Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku heta niha biryar nehatiye dayîn ku Mam Sabir ku li Hewlêrê tedawî dîtiye wê neştergeriyeke gurçikê bike yan na û got, pêwîst e pişkinînên wan bên kirin û got, "Çi pêwîst be em ê bikin û ji nêzîk ve em ê wî bişopînin.”

Mam Sabir bi rêya K24ê daxwaz ji Serok Mesûd Barzanî kir ku piştevaniya wan bike da ku ji rewşa ku tê de derbikevin.