The Mirror: Fermandarê Iraqî hedefa sereke ya DAISê eskere kir...
PeyamaKurd – Fermandarê Iraqî yê Serokê Dijeterorê Ebdulvahap es Saadî ragihand ku wan di operasyoneke nêzî de, agahiyên ku DAIŞ plana êrîşeke mezin a terorê dê li dijî Brîtanyayê bike bi dest xistine.
Saadî ji rojnameya Brîtanî The Mirror re gotiye, "Me dît ku ji derveyî Iraqê hedefa sereke ya rêxistina terorîst DAIŞê Brîtanya ye.”
Li gorî nûçeyê Saadî daye zanîn ku saziyên îstixbaratê yên welatên Rojava ji bo astengkirina êrîşeke muhtemel a dijî Brîtanyayê bi destê welatiyekî brîtanî di nav xebatê de ne.
Herwiha rojnameyê diyar kiriye ku dê di demeke nêzîk de komeke hêzên taybet ên Brîtanyayê, ji bo perwerdeya têkoşîna dijî terorê biçe Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin