Amerîkayê hedefa xwe ya sereke ya li Rojhilata Navîn eskere kir
PeyamaKurd – Piştî dawîhatina serdana 5emîn a Fermandarê Giştî yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Kurilla, hat ragihandin ku armanca sereke ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn gefên Îranê ne.
Di daxuyaniya piştî serdana heyeta CENTCOMê ya welatên Ereb de, hatiye diyarkirin ku mijarên hevkariya leşkerî û bicihkirina sîstemên berevaniyê hatine gotûbêjkirin.
Herwiha hat destnîşan kirin ku Kurilla di wê serdanê de, bi giştî sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê û gefên Îranê yên bi balafirên bêmirov û fuzeyan nirxandiye.
Di serdanê de, girîngiya danîna sîstema berevaniya asmanî û êrîşên fuzeyan li Rojhilata Navîn û pêkanîna berevaniyeke giştî li herêmê hatiye axaftin.
Hêjayî gotinê ye, ev demek e li dijî gefên Îranê avakirina sîstema berevaniyê li Rojhilata Navîn ku wekî NATOya Rojhilata Navîn jî tê şîrovekirin, tê gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin