Fermandarê Mihwerê Pirdê: Ji nav hêzên iraqî 10 mosek bi ser Pêsmerge de hatin avêtin
PeyamaKurd – Li Pirdê li ser avêtina moşekan bi ser devera hêzên Pêşmerge de, Berpirsê Mihwerê Pirdê yê Pêşmerge ragihand ku ew bi 10 moşekan hatine armanckirin û cihê ku jê moşek hatine avêtin, di bin kontrola hêzên Iraqî de ye ku kîlometreyekê dûrî wan e.
Fermandarê Mihwerê Pirdê yê Pêşmerge Nûrî Heme Elî ji K24ê re li ser êrîşa şeva borî ya moşekî ragihandiye, zêdetirî 10 moşek li derdora wan ketine, lê ti ziyanên canî nebûne.
Fermandarê Pêşmerge zanyarî li ser wan moşekan da û diyar kir, hin moşek dirêjahiya wan 3 metro bûn û hin moşek jî neteqiyan û got: “Ev cara duyem e êrîş li me tê kirin, cara pêşî bi moşekên Katyusha bû, lê vê carê moşek ji cureyeke din in.”
Nûrî Heme Elî da zanîn, cihê ku moşek jê hatine avêtin, di bin kontrola hêzên Iraqî de ye û kîlometreyekê dûrî wan e, divê ew bizanibin kê êrîş kiriye û ku dest bi lêpirsînê bikin û Wezareta Pêşmerge jî bi encaman agahdar bikin.
Fermandarê Pêşmerge destnîşan kir, wan wek Mihwerê Pirdê yê hêza Pêşmerge perçeyên moşekan rakirine, ji bo lêkolînan bikin û wiha pê de çû: “Ev karê han bi ti awayî xizmeta rewşa heyî nake û armanca tawanbaran ew e ku hemû hewlên pêkvejiyanê û asayîkirina rewşa deverê bi taybetî kerkûkê têk bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin