Fermandarê Iraqî: Em nahêlin ti komeke çekdar li Singalê bimîne
PeyamaKurd - Fermandarê operasyonên rojavayê Nînowayê di artêşa Iraqê de, Cebar Tayî da xuyakirin ku ew nahêlin ti komeke çekdar li Şingalê bimîne.
Cebar Tayî ragihand ku li gorî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, tenê artêşa Iraqê, polîs û asayişa niştimanî ya Iraqê wê Şingalê biparêzin.
Tayî diyar kiriye ku ew nahêlin ti komeke çekdar li Şingalê bimîne û hêzên Iraqî di nav Şingalê de hatine bicihkirin û hewla aramkirina bajêr û vegerandina koçberan didin.
Fermandarê Iraqî bêyî bi nav bike, behsa nehiştina hêzên girêdayî PKKê û milîsên girêdayî Heşda Şeibî kir û got, ew hêzên nerewa wê li Şingalê nemîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin