Komeke çekdar ya Iraqî gefa êrîsê li Tirkiyê xwar

27 July 2022 11:01 0 dîtin
Komeke çekdar ya Iraqî gefa êrîsê li Tirkiyê xwar

PeyamaKurd – Komeke çekdar ya Iraqî bi navê Seraya Ebabîl, gefa êrîşê li Tirkiyê xwar.

Koma Seraya Ebabîl di vîdeoyekê de Tirkiye û Osmaniyan weke dijminên sereke yên gelên deverê nîşan dide û radigehîne, wê bi tundî bersiva êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Iraqê bi taybetî topbarankirina havîngeha Berox ya li Zaxoyê bide.

Herwiha koma Seraya Ebabîl bi dronan êrîşa ser baregehên Tirkiyeyê yên li Iraqê dike û dîmenên dema êrîşkirinê jî nîşan dide.