Li Iraqê heyameke nû: Serokwezîrên berê êdî nabin namzed!

20 September 2021 21:01 0 dîtin
Li Iraqê heyameke nû: Serokwezîrên berê êdî nabin namzed!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serokwezîr û serokomarên Iraqê yên ji sala 2003an ve ew post wergirtine di hilbijartinên 10ê Cotmehê de nabin namzed.

Tevî ku bi kutle û hevpeymanên xwe beşdarî hilbijartinan dibin jî serokwezîrên berê yên Iraqê wekî; Nurî Malikî, Adil Ebdulmehdî, Heyder Ebadî û Îyad Elawî ji bo hilbijartinên 10ê Cotmehê namzediya xwe destnîşan nekirine.

Herwiha serokomarên berê Fûad Mehsûm û Şêx Gazî Acil Yawer jî nebûne namzed ku niha dûrî siyasetê jiyana xwe dewam dikin.

Li gorî zanyariyan Malikî hê jî ji bo posta serokwezîrtiyê daxwazkar e, lê niha ew derfet bo wî jî xuya nake.

Li gorî nûçeya Şerqul Ewsetê, serokwezîrê niha Mistefa Kazimî ku namzediya xwe wekî berê ragihandibû nedaniye, ji ber ku ji aliyê civaka navdewletî û welatên cîran ve hatiye qebûlkirin, dibe cara duyem posta serokwezîrtiyê werbigire ku ew jî bi daxwaza piraniya endamên parlamentoya Iraqê ya nû dikare pêk were.