Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji gelê Kuwêtê re sersaxî xwest

29 September 2020 20:14 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji gelê Kuwêtê re sersaxî xwest

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah peyama sersaxiyê pêşkeşî malbata wî û gelê Kuwêtê kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Min bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah bihîst.

Ez sersaxiya malbata Birêz Mîr û xelkê Kuwêtê dixwazim. Dewleta Kuwêtê û bi taybetî Cenabê Şêx Sebah, peywendiyeke wî ya dostane ya bihêz ligel Herêma Kurdistanê hebû. Hemû temenê xwe ji bo xizmetkirina welatê xwe û seqamgîrkirina aştiyê li herêmê terxan kiribû.

Xwedayê mezin rûhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî bibexşîne xelkê Kuwêtê.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê