Serokwezîr Barzanî ji bo terxankirina budçeyê ji çend projeyan re rizamendî nîsan da
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirina bûdceya pêwîst ji bo çend projeyan nîşan da.
Serokê dîwana encumena wezîran ya Kurdistanê, Umêd Sebah ragihand ku serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirin û xerckirina bûdce û diravan ji bo çend pirojeyan nîşan daye ku ji aliyê şîrketa OHITAN ve têne bicihkirin:
* Mehane milyon û 300 hezar dolar wek heqdestê şîrketê.
* Terxankirina mehane milyarek û 500 milyon dînar bo pirojeyên ku bi girêbesta wan bi dînar hatiye kirin.
*Kujmek ji wan bûdceyên ku hatine terxankirin, bo xilaskirina pirojeya ava Derbendîxan û ava Pîrmam were xerckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin