Serokwezîr Barzanî çend karên girîng dan ber wezaretên hikûmetê

04 September 2019 18:45 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî çend karên girîng dan ber wezaretên hikûmetê

PeyamaKurd - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro bi serokatîya Serokwezîr Mesrûr civîya.

Di destpêda civînê de, her du wezîrên perwerde û xwendina bilind û vekolînên zanistî, raportên berfireh derbarê pirsgirêk û arîşeyên werza xwendina 2019-2020 de pêşkeş kirin.

Serokê Civata Wezîran Mesrûr Barzanî destnîşan kir, “Girîngîdan û pêşxistina warê perwerdeyê û xwendina bilind ji karên pêşîn ên hikumeta Herêma Kurdistanê ne. Pêwîste kar li ser wê yekê bê kirin ku asta xwendingeh û zankoyên kerta giştî bên bilindkirin, bi awayekî ku asta xwendinê di navbera xwendingeh û zankoyên hikumetê û taybet de bên kêm kirin.”

Serokwezîr biryar da, komîteyek ji wezareta Perwerde, Xwendina Bilind û vekolînên zanistî, darayî û plandanîn bê pêkanîn bo destnîşankirina pêdawîstîyên girîng ên werza niha ya xwendinê daku bi zûtirîn dem bên dabînkirin.

Serokwezîr Barzanî, wezaretên peywendîdar raspart ku berî hatina werzê zivistanê nefta spî bi ser hemwelatîyan bê dabeşkirin û di destpêkê de li deverên çîyayî bê dabeşkirin.

Herwiha programek jî bê danîn bo çareserkirina kêmasîyên rê û cadeyan berî destpêkirina baran barînê.

Civata wezîran di civîna îro de, herwiha gotûbêj li ser çend mijarên peywendîdar bi wezareta darayî ve kir, wek rêgirtina xwe vedizîna ji bac û rêkxistina karê jimêryarîya yasayî.