Serokwezîr Barzanî, ji bo vekirina projeyekê çû Zaxoyê

14 August 2023 13:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, ji bo vekirina projeyekê çû Zaxoyê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro saet di 15:30an de dê projeya geştiyariyê ya bi navê “Kornişa Delal” ku li Zaxoyê bi dawî bûbû, veke.

Hat diyarkirin ku Projeya Kornişa Delal, li ser rûberek 75 hezar metrekareyan hatiye avakirin û ji %70ê projeyê ji qadên hêşîn û qadên meşê pêk tê. 

Her wiha hat zanîn ku di projeyê de sê otopark jî hene û zêdeyî 2000 kes di projeyê de xebitîne.

Kornişa Delal ku yek ji mezintirîn projeyên geştyariyê yên li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi bûdceya 15 milyar dînar (1.14 milyon dolar) hatiye avakirin.

Tê plankirin ku bi saya wê projeyê, sektora geştiyariyê ya li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê were bipêşxistin.