Serokwezîr Barzanî li ser sewata kampa Zaxoyê peyamekî belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser derketina şewata di kampa Zaxoyê ya ku Kurdên Êzîdî lê dimînin, di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de ragihand ku bi wefata 3 kesan xemgîne û weha got:
“Li Zaxoyê ew Kurdên birayên me yên Êzîdî ku ji ser axa xwe hatine derxistin, şewat derketiye û ez pê gelek xemgînim. Di kampê de bavekî bi kur û keçeka xwe ve jiyana xwe ji dest dane, bo wan taziyeyên xwe radigihînim û hevparê xema wan im.
Ez li ser mijarê bi wezîrê karên hundir yê Kurdistanê re bi Rêber Ahmed re axifîm û min fermana lêpirsîna mijarê da û jê xwest ku koçber bên parastin û em ê li ser parastina wan dewam bikin.”
Barzanî got ku heya koçber bi daxwaza xwe dagerin ser cîh û warên xwe, wê desteka wan bo koçberan dewam bike lê bo destetekî zêdetir pêdiviya wan bi desteka navdewletî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin