Bi biryara Serokwezîr Barzanî li Batîfayê 16 projeyên xizmetê têne bicihkirin

05 June 2022 15:09 0 dîtin
Bi biryara Serokwezîr Barzanî li Batîfayê 16 projeyên xizmetê têne bicihkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi erkdarkirin û raspartina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li qezaya Batîfayê bi nirxê 8 milyar dînaran 16 projeyên xizmetê têne bicih kirin.

Fermangeha medya û zanyariyan a hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 5ê Hezîranê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi biryar û peywirdarkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 16 projeyên xizmetê ji bo xizmeta zêdetir a rûniştvanên qeza Batîfa têne çêkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku nirxê wan projeyan 8 milyar dînar e û ew pere ji bo bicihanîna wan projeyên xizmetguzariyê hatiye cudakirin.