Serokwezîr Barzanî, spasiya Senator Jim Inhofe kir

15 December 2022 17:31 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, spasiya Senator Jim Inhofe kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya vîdeo-konferansekê, ligel Serokê berê yê Komîteya Hêzên Çekdar ê Encûmena Pîran a Amerîkayê Senator Jim Inhofe axivî.

Li gorî agahiyên ku di derbarê hevdîtinê de hatin ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye ku ji bo nîşandana rêz û pêzanîna berdewamiya piştevaniya wî ji bo gelê Kurd, wêneyê Senator Jim Inhofe, li hêwana VIPê a Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê deyne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi rêya vîdeo-konferansekê ev agahî ragihand Senator Jim Inhofe û li ser navê gelê Kurd û bi taybetî li ser navê Serok Mesûd Barzanî, spasiya wî ya berdewamiya piştevaniya ji bo hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê kir ku çendîn car in ji bo vê piştgiriya xwe serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku Serokwezîr Barzanî, spasiya Serokê niha yê Komîteya Hêzên Çekdar Senator Jack Reed jî kiriye ku ew bi berdewamî piştevaniya gelê Kurd dike.