Halbûsî li Bexdayê pêswaziya serokwezîr Mesrûr Barzanî kir
PeyamaKurd – Serokê parlementoya Iraqê Muhammed Halbûsî pêşwaziya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. Mesrûr Barzanî ji bo pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê çareser bibin îro çûbû Bexdayê. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê fermî Twitterê de li ser qanûna xaz û petrolê weha ragihand:
“Pêdiviya Iraqê bi çêkirina qanûnên xaz û petrolê û hem parvekirina dahatan heye. Li dora 20 sal berê soz hat dayîn ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin. Hem soz hat dayîn ku li seranserê Iraqê ewlehiya hemwelatiyan bixin bin garantiyê.
Min ji bo birêz Halbûsî got; ji bo parvekirina berpirsiyariyê divê bi temamê blokan re xebat bêkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin