Qehwecî: Em ê ji ber helwesta Serok Barzanî ya bo pêkhateyan deng bidin namzedên PDKê

06 October 2021 16:57 0 dîtin
Qehwecî: Em ê ji ber helwesta Serok Barzanî ya bo pêkhateyan deng bidin namzedên PDKê

PeyamaKurd - Cîgira Sekretera Partiya Çaksaziya Tirkmen Muna Qehwecî got, ji ber Serok Barzanî û PDK rijdin li ser mafên pêkhateyan wan biryar dane ku deng bidin namzedê PDKê di hilbijartinên giştî yên Iraqê de.

Cîgira Sekreterê Partiya Reforma Tirkmen Muna Qehweçî di civîneke rojnamevanî de ragihand, di civîna hemû partî û aliyên siyasî ya li Hewlêrê de me biryar da em deng bidin namzedên PDKê û wiha got:

“Serok Barzanî li Kurdistan û Iraqê gelek rijd bûye li ser mafên pêkhateyan û bi taybet jî pêkhateya Tirkmen. Ji ber wê me biryar da deng bidin berbijêrên PDKê.”

Muna Qehweçî da zanîn, pir asayî ye di dema bangeşeyê de her tişt biguhere, lê tişta girîng ew e, piştî hilbijartinê alî li Bexdayê yek deng bin.

Hêjayî gotinê ye, berî çend rojan 19 partî û rêxistinên Tirkmen ên li herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo namzedên PDKê ragihandibûn û biryar dabûn ku deng bidin namzedên PDKê.