Serok Barzanî: Em pistevaniya helwesta Hikûmeta Federalî dikin

26 January 2024 11:25 0 dîtin
Serok Barzanî: Em pistevaniya helwesta Hikûmeta Federalî dikin

PeyamaKurd – Serok Barzanî bi peyamekê diyar kiriye ku, “Em piştevaniya helwesta Hikûmeta Federalî ya Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dikin, herwisa em piştevaniya beyannameya Wezareta Derve ya Iraqê jî dikin, ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê re.”

Serok Barzanî doh bi şev (25.1.2024) bi peyamekê got, “Em piştevaniya helwesta Hikûmeta Federalî ya Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dikin, herwisa em piştevaniya beyannameya Wezareta Derve ya Îraqê jî dikin, ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê re, ji bo darêtina pêwendiyên paşerojê di çarçoveya mijara serbazî û ewlehiyê de, pêxemetî gerentîkirina berdewam a berhingarbûna terorê û parastina ewlehiya welatî ji êrîşên derekî bi parastin û silametiya Herêma Kurdistanê jî ve.”

Serok Barzanî di berdewamiyê de eşkere kiriye, “Danûstandin yekane rêya durist e ji bo avakirina pêwendiyên hevseng li ser bingeha berjewendiyên hevpar di navbera Komara Îraqê ya Federalî û Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê de”.

Deqê peyama Serok Barzanî

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Em piştevaniya helwesta Hikûmeta Federalî ya Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî dikin, herwisa em piştevaniya beyannameya Wezareta Derve ya Îraqê jî dikin, ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi Amerîkayê re, ji bo darêtina peywendiyên paşerojê di çarçoveya mijara serbazî û ewlehiyê de, pêxemetî gerentîkirina berdewam a berhingarbûna terorê û parastina ewlehiya welatî ji êrîşên derekî bi parastin û silametiya Herêma Kurdistanê jî ve.

Danûstandin yekane rêya durist e ji bo avakirina pêwendiyên hevseng li ser bingeha berjewendiyên hevpar di navbera Komara Iraqê ya Federalî û Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê de.

Mesûd Barzanî

25ê Çileya 2024ê