Serok Barzanî pistevaniya xwe ya bo hikûmeta Sûdanî dubare kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 14ê Adarê li Selahedînê pêşwazî li şanda Iraqê ya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî seroktiya wê dikir û firavîn da wan.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de danûstandina fikr û ramanan li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên hikûmeta Iraqê û bicihkirina rêkeftinan hatiye kirin.
Herwiha hat diyarkirin ku tekezî li ser çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê hatiye kirin.
Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Iraqê dubare anî ziman û hêvî xwest ku hemû aliyên siyasî di çarçoveya çareserkirina kêşeyan û îstiqrarê de, îradeya xwe nîşan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin