Endamê Polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Saweys jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dr. Roj Nûrî Şaweys, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyan, Endamê Polîtburoya PDKê Dr. Roj Nûrî Şaweys, ji ber nexweşiyekê îro danê sibê li nexweşxaneyeke Hewlêrê di temenê 74 saliyê de koça dawiyê kir.
Dr. Roj Nûrî Şaweys, di jiyana xwe ya siyasî de çendîn post û erkên cuda wergirtibû ku demekê Serokê Parlamentoya Kurdistanê bû û di 2 kabîneyên Hikûmeta Iraqê de jî wezîr bû. Di nava PDKê de jî çendîn erkên cuda pê hatibûn raspardin.
Endamê Polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şaweys, di sala 1947an li Silêmaniyê ji dayik bû. Bavê wî Nûrî Şaweys kesayetiyeke Kurd ê siyasî yê diyar bû. Roj Nûrî Şaweys xwendina xwe ya seretayî li Bexda, Kerkûk û Mûsilê kir û xwendina amadehiyê li Silêmaniyê temam kir.
Di sala 1966an dest bi xwendina Endezyariya Elektirîkê li Zanîngeha Mûsilê kir. Piştre jî ji bo xwendina bilind çû Almanyayê û diktora di Endezyariya Eliktirîkê de wergirt. Roj Nûrî Şaweys li Ewropa bû Nûnerê Xwendekarên Kurd. Diktor Roj Nûrî Şaweys di sala 2004an de bû Serokê Parlamentoya Kurdistanê. Pişt re bû Nûnerê Serok Barzanî di Encûmena Desthilatê de ku li Bexdayê hat pêkanîn û pişt re jî postê Serokomarê Iraqê wergirt.Diktor Roj di sala 2005an de, bû Cîgirê Serokwezîrê Iraqê ku wê demê Îbrahîm Caferî Serokwezîrê Iraqê bû. Sala 2010an, careke din Diktro Roj bû Cîgirê Serokwezîrê Iraqê ku wê demê Nûrî Malîlkî Serokwezîrê Iraqê bû. Di sala 2014an de, Diktor Roj Nûrî Şaweys di Hikûmeta Heyder Ebadî de bû Cîgirê Serokwezîrê Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin