Tevgera Sadr: Ji bo daxwaza xwe bînin cîh çend roj mane

06 August 2022 00:38 0 dîtin
Tevgera Sadr: Ji bo daxwaza xwe bînin cîh çend roj mane

PeyamaKurd – Berdevkê ewlehiyê û şêwirmendê leşkerî yê Tevgera Sadr Ebû Dua el-Îsewî di ser hesabê xwe yê medya civakî de sipasiya xwe ji bo xwepêşandêrên terefdarên xwe ragihand. El-Îsewî di ragihandina xwe de got:

“Ji bo daxwazên me bicîh bînin ji çend rojan kêmtir wext ma. Tevî ew çend germahiya havînê heye jî, çalakvan serkeftîne, îrada xwe nîşan dane û girêdana xwe ya bi serokê Tevgerê Sadr re, bi Muqteda Es- Sadr re nîşan dane.”

Muqteda es-Sadr gotibû ku divê parlementoyê fesh bikin û hilbijartina pêşwext bikin.