Serokwezîr Barzanî 13 saliya Tevgera Goran pîroz kir û daxwaza hevkariya zêdetir kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi minasebeta 13emîn salvegera damezrandina Tevgera Gorran di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de, peyameke pîrozbahiyê ji Tevgera Gorran re şand.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de ragihand: ‘’Bi boneya 13emîn salvegera ragehandin û beşdariya Tevgera Gorran a di proseya siyasî de, pîrozbahî li hemû endam û berpirs û alîgirên Tevgera Gorran dikim û hêviya serkeftin û pêşketinê ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê û rijdbûna li ser deskeft û pirsên niştimanî ji we re dixwazim.
Di dewama peyama Mesrûr Barzanî de wiha hat gotin: ‘’Hêvîdarim Tevgera Gorran wek aliyekî girîng ê pêkanînerê kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel aliyên din ên beşdarên hikûmetê, zêdetir hemaheng û hevkar bin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê, karnameya çaksaziyê baştir bicih bike û zêdetir xizmetê ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê re bike û paşerojekî geştir ji bo gelê Kurdistanê ava bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin