Serokwezîr Barzanî, salvegera damezirandina Tevgera Gorran pîroz kir

25 July 2023 15:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, salvegera damezirandina Tevgera Gorran pîroz kir

PeyamaKurd- Bi boneya salvegera damezirandina Tevgera Gorran a 14emîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir.

Serokwezîr Barzanî, di peyama xwe de bal kişand ser yekîtiya binemala Kurdan û diyar kir ku xwedîhelwestbûna parastinê, mafê gelê Kurdistanê ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di dewama peyama xwe de wiha got:

“Di çardehemîn salvegera damezirandina Tevgera Gorran de ez pîrozbahiyê li hemû endam, berpirs û alîgirên Tevgera Gorran dikim û ji bo rijdbûna li ser pirsên niştimanî û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê, hêviya serkeftinê dikim.

Ez hêvîdar im ku Tevgera Gorran û hemû partî û hêz û aliyên li ser berevanîkirina di mafên rewa yên gelê Kurdistanê û parastin û geşepêdana pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê, hevkar, hemaheng û xwedî yek helwestê bin.”