Serokwezîr Barzanî Tevgera Goranê pîroz kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi munasebeta salvegera damezrandina Tevgera Goran peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Bi munasebeta damezrandina salvegera 11 mîn Tevgera Goranê, rêvebiriyê, terefdarên wê û hezkiroxên wê pîroz dikim û serkeftinê dixwazim. Tevgera Goran hevparê girîng yê hukumeta Herêma Kurdistanê ye û di siyaseta Herêma Kurdistanê de rolekî girîng daye ser milên xwe. Hêvî dikim ku terefên siyasî û hevgirtiyên herêmê, projeya reforman ya piralî ya Herêma Kurdistanê bixin rê. Divê em tev bi hevre, mafên herêma Kurdistanê di Qanûna Bingehîn ya Iraq a Federal de biparêzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin