Mezlûm Ebdî derbarê danûstandinên ENKS û PYNKê de peyamek belav kir: Amade bin…

31 January 2021 23:14 0 dîtin
Mezlûm Ebdî derbarê danûstandinên ENKS û PYNKê de peyamek belav kir: Amade bin…

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, derbarê danûstandinên navbera ENKS û PYNKê de peyamek belav kir.

Ebdî got, “Erka her kesî ye ku amadekarîyên gava nû ya yekrêzîyê bike da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin.”

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê li ser mijara danûstandinên navbera PYNK û ENKSê ev peyam da:

“Serkeftina diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de ji bo me armanc e. Lihevkirinên me bi dest xistine girîng in û berjewendîyên xelkê me diparêzin. Erka her kesî ye ku amadekarîyên gava nû ya yekrêzîyê bike da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin!”