Mezlûm Ebdî: Danûstandinên Kurdî-Kurdî ji nû ve dest pê dikin

01 November 2024 19:48 0 dîtin
Mezlûm Ebdî: Danûstandinên Kurdî-Kurdî ji nû ve dest pê dikin

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, ew ligel Amerîka û welatên hevpeyman amadekariyên destpêkirina danûstandinên Kurdî - Kurdî dikin û vê carê ji her demê zêdetir nêzî serkeftinê ne.

Mezlûm Ebdî di hevpeyvîna Televizyona Hure de got: “Niha dema wê yekê hatiye ku danûstandinên Kurdî - Kurdî careke din dest pê bikin”.

Ebdî diyar kir, “Biryar bû di meha Tebaxa borî de ew danûstandin bihatina kirin, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî hatin paşxistin, û niha em, Amerîka û hin welatên hevpeyman amadekariyên lidarxistina wan danûstandinan dikin”.

Serkirdeyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro jî li ser daxuyaniyên Mezlûm Ebdî ji Welat TV re gotiye: “ENKS her dem ji bo destpêkirina danûstandinên Kurdî - Kurdî amade ye, lê ya girîng ew e ku aliyê din ê diyalogê xwediyê biryara xwe be”.