Mezlûm Ebdî: Di hevdîtinên yekrêziya Kurdî de gavên dîrokî û erênî têne avêtin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di beşeke hevpeyvîna xwe ya ligel ANHAyê de dibêje, di encama hevdîtinên berdewam ên yerêziya Kurdî de gavên dîrokî têne avêtin û wê encamên wê mayînde û dirêj bin û divê gel jî destkeftiyên xwe yên 9 salan bi serkeftinê tacîdar bike.
Mezlûm Ebdî li ser mijara xebatên avakirina Yekîtiya Kurdî ku bi destpêşxeriya wî û Amerîkayê berdewam dikin got, di hevdîtinên yekîtiyê de, gavên dîrokî û erênî têne avêtin û destnîşan kir, “wê ev hevdîtin bi peymaneke dîrokî bi encam bibin û ev peyman dê demdirêj û mayînde be.”
Ebdî wiha axivî: “Yekîtî wê li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li tevahiya Sûriye û Kurdan bandoreke erênî çêke. Hêzên navneteweyî û dost û gelên me yên destekê didin van hevdîtinan, divê helwesta xwe berpêş bikin. Divê zêdetir destekê bidin vê pêvajoyê da ku encamek jê derkeve.”
Mezlûm Ebdî bal kişand ser hewldanên aliyên dixwazin fitneyê bixin navbera Kurd û Ereban û wiha got: “Hem rejîma Sûriyê hem jî dewleta Tirk, dema ku hêviyên xwe yên dagirkirina herêmê bi rêya leşkerî winda kirin, dest bi derxistina van fitneyan kirin. Helbet beriya Kurdan, gelê Ereb li dijî vê yekê sekinî û dê bisekine jî. Ji ber ku gelê Ereb û gelên din jî dît ku pêşeroja wan di nava QSD û Rêveberiya Xweser de ye. Divê gelê me li destkeftiyên me xwedî derkeve û destkeftiyên xwe yên 9 salan bi serkeftinê tacîdar bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin