Rojava | Nûnerê Amerîka di hevdîtinên ENKS û Mezlûm Ebdî de çi got?
PeyamaKurd – Piştî demeke dirêj Nûnerê Amerîka yê Sûriyê Matthew Pearl, hefteya borî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û ji nû ve dest bi hevdîtinên ligel aliyê ENKS, PYD û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.
Li gorî zanyariyan nûnerê Amerîkayê di hevdîtinên ligel Mezlûm Ebdî û ENKSê de, ji aliyan re diyar kiriye ku ew ji bo serketina danûstandinên yekrêziyê bibiryar in.
Matthew Pearl di hevdîtinan da fokusa xwe daye ser serxistina dîyaloga Kurdî-Kurdî û li gorî zanyariyên medyayî Mezlûm Ebdî jî amadehiya xwe bo hewldanên biserxistina dîyalogê aniye ziman.
Nûnerê Amerîkayê Yekşema borî jî li Rojavayê Kurdistanê bi şanda serkirdayetiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) re civiyabû û ragihandibû ku wê Amerîka serkêşî û navbeynkariya danûstandinên aliyên Kurdî bidomîne.
Herwiha ENKSê jî daxwaz kiribû ku dawî li binpêkirinên li dijî endam û ofîsên ENKSê werin anîn û Mezlûm Ebdî jî pabendî belgeya ku di wê derbarê de hatiye îmzekirin bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin