Mezlûm Ebdî ji bo komkujiya Konyayê banga helwesteke navdewletî kir
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê li ser kuştina 7 endamên malbateke kurd di encama êrîşeke nijadperestî de li Konyayê daxuyanî da û bang li hêzên navdewletî kir xwedî helwest bin.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya bi tirkî nivîsandiye de, lanet kesên ku bûne sedema komkujiyê anî û wiha got: “Malbata Dedeoglu di encama polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Kurdan koçberî bajarê Konyayê bûne. Lê mixabin 7 kes ji heman malbatê bi awayekî hovane ji aliyên nîjadperest û faşîstan ve hatin kuştin. Ez Qatilên ku ev komkujiya hovane kirine û kesên ku bûne sedem lenet dikim, şermezar dikim. Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk yên nîjadperest ez bang hêzên navdewletî dikim ku li hember vê komkujiyê xwedî helwest bin.”
Türkiye devletinin Kürt politikası neticesinde Konya`ya sürülmüş Dedeoğlu ailesinden 7 Kürd`ün, Türk ırkçılarınca katledilmesi bizi yasa boğdu.Katilleri ve azmettirenleri lanetliyorum! Türkiye`nin ırkçı politikalarına karşı uluslararası kamuoyunu sesini yüksletmeye çağırıyorum!
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) July 31, 2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin