Sanda Rûsî bi Mezlûm Kobanî re civiya
PeyamaKurd – Li demeke ku şandên Amerîkî û Fransî li Rojavayê Kurdistanê bi aliyên siyasî û leşkerî yên Kurd re hevdîtinan berdewam dikin de, şandeke Rûsî jî Rojavayê Kurdistanê dest bi hevdîtinan kiriye.
Li gorî zanyariyan, mebesta şanda Rûsî zindîkirina danûstandinên navbera rejîma Sûrî û Kurdan e ku îro 4ê Gulanê bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re civiyaye.
Li gorî jêdereke ji Rêveberiya Xweser, di hevdîtina şanda Rûsî û Mezlûm Ebdî de, mijara hevdîtinên PYD-ENKSê û rewşa siyasî û ewlehî ya herêmê hatiye guftûgokirin.
Çavkaniyeke ji Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye ku di hevdîtina şanda Rûsî de Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî amadehî kiriye û mijarên pêkanîna yekrêziya navmala Kurdan û çareseriya siyasî bo krîza Sûriyê hatine axaftin.
Heman çavkaniyê gotiy, “Wê şanda Rûsî bi ENKS, Kurdên Êzidî û rûspiyên hozên ereb re jî hevdîtinan bike ku şanda Rûsî ji bo destpêkirina danûstandinên bi rejîma Sûriyê re, dixwaze bi van civînan yekrêzî û yekhelwestiyê pêk bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin