Sanda Rûsî ji HSDê re pêsniyar kir: Ji Minbic û Kobanî vekise
PeyamaKurd – Şanda Rûsî ji HSDê re pêşniyar kir ku li beramberî dev ji operasyona Tirkiyê berde ji Minbic û Kobanî vekişe.
Çavkaniyên ku ji hevdîtinên şêwirmendiya Tirkiye û Rûsyayê ku roja Înê li Stenbolê bi dawî bûn, agahdar in, îdia kirin ku şanda Rûsî ya bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn, ji bo rêgirtina li operasyona leşkerî ya ku Enqere îşaret bi wê yekê kiribû ku li Rojava were kirin, pêşniyarek pêşkêşî şanda Tirkiyê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal kir.
Rûsyayê teklîfek pêşkêş kir, HSDê merc danî!
Nûçeya Saîd Abdurrazık ji Şarkul Avsat li ser pêşniyara Rûsyayê ya ji bo Tirkiyeyê ya derbarê Rojava de wiha ye:
Di pêşniyara Rûsyayê ya ji bo Tirkiyeyê ya derbarê Rojava de, hat gotin, "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wê çekan ji Minbic û Kobanî derxîne û tenê Hêzên Asayîşê (Asayiş) yên girêdayî HSDê bimîne. Hat îdiakirin ku ev hêman jî ji bo tevlîbûna hêzên ewlekariyê yên girêdayî hêzên rejîma Sûriyeyê hatine pêşniyarkirin.
Bi vê pêşnûmeyê re tê xwestin ku dest ji operasyona bejayî ya Tirkiyeyê berde. Hate diyarkirin ku HSDê bi şertê ku Tirkiye êrîşî Minbic û Kobanî neke, pêşniyara vekişînê qebûl kiriye. Çavkaniyên han diyar kirin ku aliyê Tirkî ev pêşniyara heyeta Rûsî nepejirandiye û ji bo lêkolîna vê pêşniyarê dem xwestiye.
Tirkiyê bijardeya operasyona leşkerî ji bîr nekiriye. Amaje bi wê yekê jî tê kirin ku Enqerê hemû amadekariyên pêwendîdar bi dawî kirine, lê dem hiştiye ji bo şêwirên berdewam ligel aliyên Rûsî û Amerîkî.
Amerîka li dijî her operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkiyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin