Medya Rûsî: Amerîka-Rûsya û HSDê li ser radestkirina Minbicê li hev kir

13 October 2019 10:11 0 dîtin
Medya Rûsî: Amerîka-Rûsya û HSDê li ser radestkirina Minbicê li hev kir

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên ku ji medya rûsî re axivî ne, Amerîka û Rûsyayê û herwiha Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser li hev kirine ku Minbicê radestî rejîma Sûriyê bikin û artêşa Sûriyê jî ji bo Minbicê kontrol bike bi rê ketiye.

Di nûçeya Sputnîk Erebî ya Rûsî de bi zarê çavkaniyan hatiye gotin ku artêşa Sûriyê ji bo herêmên di bin kontrola HSDê de yên bakurê Helebê û derdora Minbicê werbigire gihîştiye wê herêmê.

Li gorî nûçeyê, “Ji bo vê ji aliyekî ve Rûsya û rejîma Sûriyê, ji aliyê din ve jî Rûsya-Amerîka û HSDê rêkeftin çêkirine.”^

Di nûçeyê de hatiye îdiakirin ku li gorî rêkeftinê dê li Minbicê û yekîneyên artêşa Sûriyê werin bicihkirin û ala Sûriyê jî li ketin û derketina bajêr û ser avahiyên fermî were hildan.