Medya Rûsî: Rûsyayê 2 sîstemên S-400 û 120 mosekên wan dan Tirkiyê

21 January 2020 22:00 0 dîtin
Medya Rûsî: Rûsyayê 2 sîstemên S-400 û 120 mosekên wan dan Tirkiyê

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên leşkerî yên ji medya Rûsî re axivîne, Rûsyayê heta niha 2 pergalên parastina esmanî S-400 û digel wan jî bêhtirî 120 moşekên ji erdê ber hewayê ve radestî Tirkiyê kirine.

Çavkaniya ji dîplomatkarên Rûsî li ser peymana S-400an a Rûsya-Tirkiyê ragihandiye, Moskowê heta niha tevî 2 pergalên S-400an bêhtirî 120 moşekên wan ên ji erdê ber hewayê vê tên avêtin, radest kirine.

Çavkaniya rûsî herwiha diyar kiriye ku tevî wan alavên hatine radestkirin, gelek alavên din ên alîkar û yedek jî hatine radestkirin û gotiye, transfera teknolojiyê di kontrota ligel Tirkiyê de qet cî nagire.