Rûsya: Amerîka û HSDê li Hesekê sikest xwarin!
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser êrîşên DAIŞê yên girtîgeha Sinaa ya Hesekê li Rojavayê Kurdistanê îdia kir ku bûyerên dawî yên li Hesekê şikesta Amerîka û HSDê di parastina asayîşê de, nîşan dide.
Wezareta Derve ya Rûsyayê daye xuyakirin, aloziyên ewlehiyê yên van demên dawî ku li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rû dane derxistiye holê ku Amerîka û hêzên desthilatdar ên Kurd di parastina asayîşa wê deverê de bi ser neketine.
Cîgirê Rêveberê Ragihandin û Rojnamevanî yê li Wezareta Derve ya Rûsyayê Aleksey Zaytsev di daxuyaniyeke çapameniyê ya li ser êrîşa terorîstên DAIŞê bi ser Girtîgeha Xiwêran a li bajarê Hesekê de got: “Zelal û eşkere ye, Amerîka û desthilatdarên Kurd ên xwecihî, di parastina asayîşa navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê de ku di bin kontrola wan de ne, bê şiyan in.”
Hêjayî gotinê ye, HSDê doh 26ê Çile piştî şerê 6 rojan ragihandibû ku girtîgeha Sinaa ya Hesekê bi temamî hatiye kontrolkirin û bi hezaran DAIŞî xwe radest kirine. Herwiha îro jî HSDê ragihandiye ku di beşeke girtîgehê de bi qasî 90 çekdarên DAIŞê hîn xwe radest nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin