Rûsya: Hin lîderên HSDê pista xwe didin Amerîka, ev ne li berjewendiya wan e
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku mafê Kurdan tenê bi riya destûra Sûriyê û mîna tevahiya pêkhateyên din yên Sûriyê wê bê parastin. Lavrov herwiha got ku hinek serkirdeyên HSDê pişta xwe bi Amerîkayê ve girê dane û ev jî ne li berjwendiye wan e.
Sergey Lavrov îro di civîneke rojnamevanî ya ligel Wezîrê Derve yê Bahreynê de got, Moskow bi aliyên Kurdî yên Sûriyê re di derbarê pêşeroja Sûriyê de di nav guftûgoyan de ye.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê da xuyakirin ku guhertina helwesta Amerîka di dema dawî de, bandor li HSDê kiriye û hejmarek ji serkirdeyên HSDê hene ku pişta xwe bi Amerîka ve girê didin, ev jî ne di berjewendiya wan de ye.
Lavrov da xuyakirin, “Serokê Sûriyê Beşar Esed û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ji rêkeftina Rûsya û Tirkiyê razî ne” û diyar kir, “Baweriya me bi mafên Kurd û mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê heye. Mafên Kurdan bi riya Şamê tê diyarkirin.”
Wezîrê Rûsî got ku rûdana şêrekî di navbera HSD û artêşa Sûriyê de, wê di berjewendiya Amerîkayê de be û destnîşan kir, “HSD bi kûrahiya 30 km ji hejmarek ji navçeyên sînorî yên bi Tirkiyê re vekişiyaye û HSD piştevaniyê li wê rêkeftinê dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin