CENTCOM: Rûsya û Sûriye hewl didin pêkhateyên ereb ji HSDê dûr bixin

16 May 2020 15:57 0 dîtin
CENTCOM: Rûsya û Sûriye hewl didin pêkhateyên ereb ji HSDê dûr bixin

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayêyê CENTCOMê aşkere kir Rûsya û hikumeta Sûriyê hewl didin bi rêya fîtneyan pêkhateyên ereb ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dûr bixin.

Îro roja Şemiyê (16.05.2020) di rapora ku ji aliyê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) hatiye weşandin de wiha tê gotin: "Aliyên hikumetê yên li herêmê aktîf in zextê li niştecihên sivîl dikin ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û destekdayîna ji HSDê re red bikin.

‘Sûriye û Rûsya hewil didin ku têkiiyên xwe ji HSDê qut bikin’

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, efserê di artêşa Amerîkayê de John Rigsby di demeke berê de bersiva xwesteka malpera Al Monotor a Amerîkayê dabû û wiha nivîsandibû: "Hikumeta Sûriyê û Rûsya bi awayekî mezin xwe aktîf dikin da ku bandoriyê li niştecihên herêmî bikin ku têkiliyên xwe bi HSDê re qut bikin."

Di raporê de behsa "Gefa hebûnê" ku niha rastî HSDê tê "êdî ne DAIŞ e, lê belê Tirkiyê ye" ku DAIŞ di Adara 2019an de têk çû. Paşê rejîma Tirkiyê di Cotmeha heman salê de êrişî HSDê kir û bi wê re jî çalakiyên şervanan ên li dijî DAIŞ’ê bi dûr ketine.

Artêşa Amerîkayê di Adarê de diyar kir ku tu îşaret tune ne ku dewleta Tirkiyê amadekariyên êrişeke nû li dijî HSDê dike.

Gerînendeyê bernameyê ewlehiyê li Rojhilata Navîn a peymangeha lêkolînên şer Nicholas Heras got: "Hewldanên rejîma El-Esed, Rûsya û Îran hene ku bandoriyê li hindek qebîleyên ereb ên li Dêrazorê bikin."

Heras diyar kir ku kilîta vê xebatê Meclisên Şêxên alîgirê rejîma li Şamê ye.

Heras wiha dewam kir: "Bi taybet rejîmê hewl da bi şaxên ji qebîleya El-Beqara ya li ser qiraxên çemê Firatê re bixebite, endamên El-Beqara jî beşek girîng ji Meclisa Leşkerî ya HSDê li Dêrazorê ne."

‘HSDê û MSDê gavên mezin avêtin’

Li gorî raporê, Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê diyar kir ku piraniya ereban destekê didin HSDê û makanîzmeya wê yên sivîl ên li herêmê jî.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê destnîşan kir ku HSDê û MSDê gavên mezin avêtin da ku rêveberên sivîl û fermandarên leşkerî yên ereb, suryan mesîhiyan bixin cihê rêveberinê.