Rûsya: Em hewl didin Tirkiyê razî bikin li Sûriyê nekeve operasyonên bejayî

13 December 2022 14:31 0 dîtin
Rûsya: Em hewl didin Tirkiyê razî bikin li Sûriyê nekeve operasyonên bejayî

PeyamaKurd Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo Rojhilata Navîn Mikhail Bogdanov diyar kir, ew hewl didin Tirkiyê razî bikin ku li Sûriyê nekeve operasyonên bejayî.

Bogdanov da zanîn, ew bi Tirkiyê re li ser operasyoneke bejayî ya muhtemel li Sûriyê diaxivin û ew berdewam in hewl didin Enqerê razî bikin ku vê operasyonê neke.

Ev daxuyaniya Bogdanov li heman dema ku Tirkiye di dawiya meha Mijdarê de dest bi operasyona hewayî li Sûriyeyê kir, operasyona bejayî jî di rojeva xwe de girt, rast hat.

Ji aliyê din ve, hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên derbarê Sûriyê de li pişt deriyên girtî berdewam dikin ku heta niha naveroka wan nediyar e.

Rûsya jî dibêje, eger li ser civîneke serkirdeyên Tirkiye û Sûriyê tê de bicivin li hev kirin, ew dikarin platformek ji bo danûstandinan peyda bikin.