Rûsya ji ber firotina dronên bi çek ji Tirkiyê ne razî ye
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê da zanîn, Rûsya ji ber firotina dronên bi çek ên Bayraktar TB2 ji Ukrayna re, nerazîbûna xwe ji Tirkiyê re nîşan daye.
Li gor zanyariyan, berpirsekî Tirkiye ji medya biyanî re qala firotina dronên TB2 ji bo Ukranya kiriye û gotiye: “Rûsya berê jî nerazîbûnên xwe diyar dikir, gilî dikir û niha jî vê yekê didomîne. Firotina dronan ji alîyê komapanîyeke taybet a Tirk ve hatiye kirin û ne bazirganiya rasterast ya di navbera du dewletan de ye. Lê, me berê jî bersiv dabû ku ev kompaniyên taybet in û herwiha ev firotinên dronan berî şer pêk hatibûn.
Hêjayî gotinê ye, pêwendiyên Tirkiye bi Rûsya re jî û Ukrayna re jî baş in û Tirkîyê di warê enerjî, berevanî û bazirganiyê de, bi Rûsya re pêwendiyên nêzîk ava kiriye.
Kompanîya berevaniyê ya Tirk Baykar, tevî nerazîbûnên Rûsya, dron firot Kîevê û berî destpêka şer, peymanek ji bo hilberîna hevpar îmza kirûbû û ew yek Moskow aciz kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin