Pûtîn: Hêzên Rojavayî hewl didin Rûsya bi tememî tune bikin

28 October 2022 11:59 0 dîtin
Pûtîn: Hêzên Rojavayî hewl didin Rûsya bi tememî tune bikin

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, ji dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve, cara pêşî bi rewşeşe bi xeter re rû bi rû dimînin.
Vladîmîr Pûtîn îdîa kir ku hêzên Rojavayî hewl didin Rûsya bi tememî tune bikin.

Serokê Rûsya Putîn do li paytext Moskowê beşdarî forumekê bû û behsa şerê li Ukraynayê kir û got, tu niyeta wan a bikaranîna çekên nukleerî tune ye û da zanîn; “Em niha di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Hêzên Rojavayî hewil didin Rûsya ji nava nexşeya cîhanê rakin û bi temamî tune bikin.”

Herwiha eşkere kir: “Divê ev hêz zanibin ku ew ê nikaribin cîhanê birêve bibin û tu carî Rûsya jî têk nebin.”

Di berdewamiyê de Putîn îdîa kir ku gelên Rus û Ukraynî yek welatî ne û got: “Ukrayna welatekî çêkirî ye.”

Herî dawî destnîşan kir: “Tevgera me a leşkerî li wir mîna hatibû plankirin birêve diçe. Raste cezayên welatên Rojavayî birîne bûn sedema zor û zehmetiyan, lê Rûsya xwedî wê hêzên ku heq jê derkeve.”