Sûdanî li ser hêzên Amerîkî û Hevpeymaniyê mikur hat: Em hewl didin…

29 December 2023 18:52 0 dîtin
Sûdanî li ser hêzên Amerîkî û Hevpeymaniyê mikur hat: Em hewl didin…

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li ser mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên bi pêşengiya Amerîkayê li Iraqê daxuyanî da.

Li Spanyayê di civîna rojnamevanî ya ligel Serokwezîrê Spanya Pedro Sachez de mikur hat ku ew hewl didin hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û Amerîkî ji Iraqê bişînin.

Sûdanî diyar kir, ew niha hewl didin misyona hêzên hevpeymaniyê yên li Iraqê bidawî bînin û got ku niha rewşa wan a ewlehiyê baş bûye.

Herwiha Sûdanî da xuyakirin, ew dixwazin bi hêzên hevpeymaniyê re tenê di warê îstixbarat, perwerde û danûstandinê de piştevaniyê bistînin.