Fermandarê CENTCOMê serdana Sûriye û Rojava kir: Em ji bersivdana Rûsyayê natirsin!

05 July 2022 15:52 0 dîtin
Fermandarê CENTCOMê serdana Sûriye û Rojava kir: Em ji bersivdana Rûsyayê natirsin!

PeyamaKurd - Fermanerdê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Kurilla ragihand ku ew ji bersivdana êrîşên têkder ên Rûsyayê natirsin.

Li gorî nûçeya rojnameya Washington Postê Michael Kurilla, di dawiya meha Hezîranê de serdana yek ji binkeyên leşkerî yên hêza operasyona taybet ya Amerîkayê ya bi navê “El-Tanf” ya li rojhilatê Sûriyê kiriye.

Kurilla di wê serdanê de li ser êrîşên têkder yên Rûsyayê yên li Rojhilata Navîn ên li dijî Amerîkayê gotiye: “Em ê berevaniyê bikin û em ji bersivdanê jî natirsin.”

Fermandarê CENTCOMê Michael Kurilla, di serdanên xwe yên vê dawiyê de ku serdana welatên weke Misir, Îmarat û Erebistanê kiribû, Îran jî weke têkderê sereke yê ewlehiya Rojhilata Navîn nasandibû.