Fermandarê CENTCOMê serdana Rojava kir, ji Mezlûm Ebdî daxuyaniya hevdîtinê

10 July 2020 19:56 0 dîtin
Fermandarê CENTCOMê serdana Rojava kir, ji Mezlûm Ebdî daxuyaniya hevdîtinê

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie bi serdanekê çû Rojavayê Kurdistanê û bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re hevdîtin kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî serdana McKenzie piştrast kir û li ser hesabê xwe yê twitterê spasîya hêzên Amerîkî kir ku ji bo têkoşîna dijî terora DAIŞê û avakirina aramiyê li herêmê piştgiriya wan dikin.

Ebdû wiha got: “Me îro ji Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie mazûbanî kir. Me di serî de li ser têkoşîna dijî terora DAIŞê û gefên terorê yên li ser herêmê û gelek mijarên din ên hevpar gotûbêj kir. Em ji bo piştgirî û alîkariyên hêzên Amerîkî yên dijî terorîzmê û avakirina aramiyê spasdar in.”