Fermandarê CENTCOMê General Kurilla serdana Rojavayê Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û li kampên Hol û Roj geriyaye.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê General Kurilla 21ê Tebaxê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û çûye kampên Hol û Roj yên malbat û çekdarên DAIŞê tê de dimînin û di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne.
Hate diyarkirin ku General Kurilla bi rayedar û berpirsê kampên Hol û Roj re hevdîtin kirine û çavdêriya rewşa mirovî û ewlehiya kampan kiriye.
Kurilla di serdanê de destnîşan kiriye ku ew hewil didin kesên di kampandan de vegerînin welatên wan ku bi vî awayî pirsa ewlehiyê li herêmê kêm bibe.
Herwiha Fermandarê CENTCOMê bal kişandiye ser hevkariya ligel HSDê û bi berpirsên HSDê re hevdîtin kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin