Fermandarê CENTCOMê Kurilla serdana Rojava kir

04 March 2024 08:42 0 dîtin
Fermandarê CENTCOMê Kurilla serdana Rojava kir
PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku, Michael Erik Kurilla li Urdin, Misir, Îsraîl û Rojava serdana baregehên ku hêzên Amerîka û Koalîsyonê lê ne kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serfermandarê CENTCOM'ê Orgeneral Michael Erik Kurilla, di navbera 26ê Sibatê û 2ê Adarê de li herêma CENTCOMê serdana Misir, Urdun, Sûriye û Îsraîlê kir û rewşa ewlekarî û mirovî ya li herêmê lêkolîn kir û bi leşker û hevkarên ewlekariyê yên Amerîkî re hevdîtin pêk anîn."

Hat diyarkirin ku Kurilla di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Rojava de, serdana baregeha DYA û Koalîsyonê ya li herêma Rimêlan a bajarê Dêrikê û kampên Hol û Roj ên ku malbatên çeteyên DAIŞê lê ne, kir.

Herwiha hate ragihandin ku bi rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a Rojava re jî hevdîtin pêk aniye.

General Michael Erik Kurilla derbarê serdanên xwe de ev tişt got,n:

"Ev gera min a 27emîn bû li herêma CENTCOMê û her yek ji van seferan ji min re têgihiştinek kûrtir di derbarê dijwarî û fersendên ewlehiyê de û hem jî perspektîfên bêhempa yên ku bi têlefonê an jî bi telekonferansê vîdyoyê nayê bidestxistin çêkir. Ev demên dijwar in li herêma CENTCOMê û em xwe dispêrin pisporî, pabendbûn û jêhatîbûna endamên Karûbarê xwe û herwiha hêza têkiliyên xwe bi hevkarên xwe re, ji bo çareserkirina wan."