Fermandarê CENTCOMê General Kurrilla serdana Rojavayê Kurdistanê û HSDê kir

12 March 2023 10:28 0 dîtin
Fermandarê CENTCOMê General Kurrilla serdana Rojavayê Kurdistanê û HSDê kir

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yên Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla, serdana Rojavayê Kurdistanê kir. Hefteya borî Sererkanê Amerîkayê Mark Milley jî serdana Rojavaya Kurdistanê û Iraqê kiribû.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hatiye ragihandin ku Kurilla 8ê Adarê li herêmê serdana hêzên têkoşîna dijî DAIŞê didin kiriye û hatiye gotin: "Kurilla, serdana hevpeymana xwe Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku li dijî DAIŞê operasyonan li dar dixe, kir.”

Hatiye diyarkirin ku Kurilla, li bajarê Hesekê deverên ku çekdarên DAIŞê têne girtin jî kiriye û çûye kampên malbatên DAIŞê yên Roj û Holê jî.

Kurilla bal kişandiye ser şert û mercên xirab ên jiyanê li Kampa Holê û ragihandiye, tekane çareseriya mayînde radestkirina malbatên zarok û jinên DAIŞê. bi awayekî serkeftî bo welatên wan e.

4ê Adarê Serekanê Amerîkayê Orgeneral Mark Milley jî serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û hikûmeta Tirkiyeyê bertek nîşan dabû û daxwaza ravekirinê ji balyozê Amerîka yê Enqereyê kiribû.