Fermandarê CENTCOMê serdana HSDê kir
PeyamaKurd – Hat destnîşankirin ku Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Kurilla li gel fermandarên leşkerî yên Amerîkayê li gelek baregehên Sûriyeyê serdana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat gotin, "General Erik Kurilla, li gelek baregehên Sûriyeyê serdana fermandar, leşker û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên hevkarên me yên di şerê li dijî DAIŞê de ne kir."
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Di 10ê Kanûnê de, General Erik Kurilla serdana fermandar, serbaz û hevkarên me yên di şerê li dijî DAIŞê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li baregehên cuda li Sûriyê kir. Wî nirxandinek ji destê yekem derbarê tedbîrên parastina hêzê, rewşa ku bi lez diguhere û hewildanên berdewam ji bo nehiştina DAIŞê ji îstîsmarkirina rewşa heyî wergirt. CENTCOM bi têkbirina domdar a DAIŞê ve girêdayî ye."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî Sûriyeyê Kurilla serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir" û hat gotin, "Kurilla bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, Serokê Sererkanê Giştî yê Iraqê General Ebdulemîr Reşîd Yarallah û Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê General Qeys el-Mihemedawî re hevdîtin kir."
Di daxuyaniyê de hevkariyên dualî, bihêzkirina ewlehiya herêmê, pêşhatên dawî yên li Sûriyê û operasyonên li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê hatin gotûbêjkirin. Kurilla got, “Em pabend in bi têkbirina daîmî ya DAIŞê û ewlekariya hevkarên xwe yên cîranên Sûriyê, di nav de Iraq, Urdun, Libnan û Îsraîlê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin