Konsolê Gistî yê Rûsyayê: Em hewl didin Têkiliyên Hewlêr û Moskowayê xurttir bikin
PeyamaKurd – Konsolê giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Levin ragihand, ew hewil didin ku têkiliyên Hewlêr û Moskowayê xurttir bikin.
Malpera fermî ya PDKê ragihandiye, Konsolê giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Olig Vilademir Levin bi berpirsê pêwendiyên dîplomatîk yên PDKê Hoşyar Sîweylî re hevdîtinek kir.
Li gorî zanyariyan, di hevdîtinê de konsolê giştî yê Rûsya ragihand, Rûsya helwesta xwe li ser mafên gelê kurd eşkere kiriye û hewl dide hemû mafên gelê Kurdistanê bên misogerkirin.
Levin her wiha destnîşan kir ku têkiliyên hikûmeta Kurdistanê û Rûsyayê di asteka bilind de ne û got, em hewl didin wan têkiliyan xurttir bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin